Li Frankfurtê platforma hilbijartinê

Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Frankfurtê, ji bo hilbijartinên 24´ê Hezîranê yên Tirkiyeyê yên serokkomarî û parlamenteriyê, li Frankfurtê bi navê “Platforma Hilbijartinan a Demokrasî û Aştiyê” komîsyonek damezrand.

05 Mayıs 2018 Cumartesi | Kurdî

AGÎT ERKENDİ / FRANKFURT 


Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Frankfurtê, ji bo hilbijartinên 24´ê Hezîranê yên Tirkiyeyê yên serokkomarî û parlamenteriyê, li Frankfurtê bi navê “Platforma Hilbijartinan a Demokrasî û Aştiyê” komîsyonek damezrand.

Hevserokê HDK Frankfurtê, Aziz Tunç got, xala hevpar a pêkhateyên platformê, ew e ku dîktatoriya Erdogan hilweşînin û gelên bindest jî di bin heman sîwanê de bînin cem hev.

Li ser navê Desteya Rêveber a HDK-Elmanyayê Mehmet Emîn Yildiz jî got, “Erka me û berpirsiyariya me ew e ku em saziyên xwe û gelê xwe ji bo hilbijartinên 24´ê Hezîranê baş bi rêxistin bikin.”

Sê biryarên sereke yên platformê dayî jî ev in:

*  Di qonaxa yekem de kontrolkirina qeydiyên hilbijêran û qeydkirina yên ne qeydkirî.

*  Qonaxa duyem birina ser sindoqan a hilbijêran

* Qonaxa sêyem jî diyakirina mişahidan û perwerdekirina wan.


153

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA