Malên Tirkan nekirin

Tecrîdkirina giran a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Efrînê li bajarên Marsîlya û Montpellîer ên Fransayê hatin şermezarkirin.

17 Nisan 2018 Salı | Kurdî

Tecrîdkirina giran a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkirina Efrînê li bajarên Marsîlya û Montpellîer ên Fransayê hatin şermezarkirin.

Çalakiya li Marsîlyayê li meydana Vieux Portê pêk hat û ji bo boykotkirina malên Tirk û tûrzîma Tirkiyeyê jî bang hate kirin. Bi sedan Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn û dirûşmên “Terorîst Erdogan”, “Efrîn bi tenê nîne”, “Tirkiye ya terorîst ji Kurdistanê bicehime” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin. Di mîtîngê de wêneyên sivîlên li Efrînê bi destê dewleta Tirk hatine kuştin, hatin hildan û ji bo boykotkirina tûrîzm û malên Tirkan gelek belavok hatin belavkirin.


Çalakî wê dewam bikin

Kurdistaniyên ku li Montpellierê jî civiyan, ji bo xwedî li Efrînê derkevin û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar bikin, meşiyan. Bi banga NCDK´ê çalakger li parka Peyrou Pitotê civiyan û heta meydana Comedie ya li navenda bajêr meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê”, “Em hemû PKK’yî ne” û “Kujer Erdogan” hatin gotin. Çalakgeran got, heta ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê biqede wê çalakiyên xwe bidomînin. n MARSÎLYA


113

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA