Meclîsan kongreyên xwe kirin
Li Elmanya û Fransayê kongreyên Meclîsên Jinan hatin lidarxistin. Li eyaleta Tîrol a Awusturyayê jî NCDK’ê kongreya xwe ya çaremîn pêk anî.
Li Elmanya û Fransayê kongreyên Meclîsên Jinan hatin lidarxistin. Li eyaleta Tîrol a Awusturyayê jî NCDK’ê kongreya xwe ya çaremîn pêk anî.
LEHRTE: Li bajarê Elmanyayê Lehrteyê, 1. Meclîsa Jinê ya Þehîd Gulan ava bû. Qisekeran îþaret bi berxwedana Efrînê kir û got, “Li dijî êriþên hêzên dagirker, em ê bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jiyaneke azad ava bikin.” Di encamê de Devrîm Alp, Awaþ Bûrç û Kûdret Dûran ji bo berdevkiya meclîsê hatin hilbijartin.
RENNES: Li bajarê Rennes ê Fransayê, Meclîsa Jinê ya Sara Sêvê kongreya xwe ya 3. li dar xist. Aktîvîsta Tevgera Jinên Kurd a li Ewrûpayê (TJK-E) Axîn Gulo, li kongreyê axivî û pêvajoya siyasî nirxand. Di dawiyê de ji bo meclîsê 3 berdevk û 6 komîsyonên ji 45 kesî hatin hilbijartin. Di dawiya kongreyê de dirûþmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin.
INNSBRUCK: Li bajarê Innsbruck ê eyaleta Tîrol a Awusturyayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreya xwe ya çaran kir. Guler Êlih û Rûbar Gel ji bo hevserokatiya meclîsê hatin hilbijartin.
NAVENDA NÛÇEYAN
112
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA