Ez serbilind im

Li Efrînê doh 20 şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmeke hatin veşartin.

13 Mart 2018 Salı | Kurdî

Li Efrînê doh 20 şehîdên Berxwedana Serdemê bi merasîmeke hatin veşartin.   

Tevî êrişên balafirên şer ên Tirkan, xelkê Efrînê ji bo oxirkirina cangoriyên xwe daket meydanan. Cenazeyên şehîdan ji Nexweşxaneya Avrîn hatin wergirtin û welatiyan berê xwe da Goristana Şehîd Avesta Xabûr a li ser rêya gundê Kefer Şîleh. Li wir dayika şehîd Şervan Şêrawa axivî û got, ʺEz serbilind im ku ez bûme dayika şehîdan. Kurê min di Berxwedana Serdemê de ku bi saya hevgirtina gelan li tevahiya cihanê deng veda, şehîd bû.ʺ Paşê, li ser daxwaza şehîd Şervan, xwişka wî li ber darbesta wî straneke şoreşgerî got. Di dawiya merasîmê de, gel bi dirûşmeyan şehîd oxir kirin. 


EFRÎN



212

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA