Zêdetirî 50 hezar þervanên me hene

Fermandarê Giþtî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo got, dema DAIÞ bi dawî bû, wê ji bo parastina herêmê, sîstemeke nû were avakirin lê ew sîstem ne wekî sîstema artêþê be û got: “Bila her kes bizane, hêzeke me ya têra xwe dike heye ku parastina Rojava û Bakûrê Sûriyeyê herêmên hatine azadkirin biparêzin û li dijî terorê têbikoþin. Hejmara þervanên me zêdetirî 50 hezarî ye.”

11 Ocak 2018 Perşembe | Kurdî

ÞEMAL HESEN / SILÊMANÎ/ROJNEWS


 

Fermandarê Giþtî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo got, dema DAIÞ bi dawî bû, wê ji bo parastina herêmê, sîstemeke nû were avakirin lê ew sîstem ne wekî sîstema artêþê be û got: “Bila her kes bizane, hêzeke me ya têra xwe dike heye ku parastina Rojava û Bakûrê Sûriyeyê herêmên hatine azadkirin biparêzin û li dijî terorê têbikoþin. Hejmara þervanên me zêdetirî 50 hezarî ye.”

 

Hê hinek din kar jê re pêwîst e

Fermandarê Giþtî yê YPG’ê Sîpan Hemo îþaret bi gotegotên wekî “DAIÞ nema, tinebû” kir û derbarê vê yekê de got, “DAIÞ weke sîstem bi dawî bû, lê li hemû herêman weke hucre û rêxistinên din ên DAIÞ‘ê mane. Xebatên me yên ji bo parastina ewlehiyê û kontrolkirina herêmên di bin destê DAIÞ‘ê de wê dewam bike. Em ne di wê baweriyê de ne ku terorîzm bi dawî hatibe. Hê hinek din kar jêre divê. Dema DAIÞ bi dawî bû, wê ji bo parastina herêmê, sîstemeke nû were avakirin, da ku parastina awayê ewlehiya herêman û li hemberî dewambûna gefên terorîzmê û sînoran derbas nekin, YPG wê li hember raweste û erka xwe pêk bîne.”

 

‘Hejmara þervanên me ji 50 hezar kesî derbas kiriye‘

Hemo bersiva pirsên wekî “Li Bakurê Sûriyeyê artêþeke nû bê avakirin” da û got, “Di medya navxweyî û derve de behsa avakirina artêþekî tê kirin, lê di rastiyê de tiþtekî wiha li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê nîne. Lê sîstema parastinê ya girêdayî hêzan wê wera ava kirin. Eger çi YPG be yan jî QSD be, hemû hêzên parastinê ne. Bila her kes bizane, hêzeke me ya têra xwe dike heye ku parastina Rojava û Bakûrê Sûriyeyê herêmên hatine azadkirin biparêze û li dijî terorê têbikoþe. Hejmara þervanên me zêdetirî 50 hezarî ye.”

 

‘Ji aliyê kê ve dibe bila bibe bê bersiv namîne‘

Hemo, hewldanên dewleta Tirk ên dagirkeriyê û gefên wê yên li dijî Efrînê jî bi bîr xistin û wiha pê de çû; “Ev ne tiþtekî nû ye, nêzî 6 salan e ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe û awayî êrîþê Rojava dike û ev hê dewam dike. Heta niha li Rojavayê Kurdistanê qet ti metirsî û êriþ li ser xaka Tirkiyeyê çênebûye. Lê, Tirkiyeyê weke stratejiyekê ji bo xwe daniye. Dema bihurî timî agahiyên êrîþkirina li ser Efrînê di hate belavkirin. Em dubare dikin, her êriþ û destdirêjiya li ser Rojavayê Kurdistanê çawa û ji aliyê kê ve dibe bila bibe, wê YPG bersiva guncaw bide û wê mafê xwe yê leþkerî bi kar bîne, bi armanca parastinê.”

 

‘Peywendiyên me li gel Rûsya û Emerîkayê hene’

Hemo îþaret bi rol û hebûna Emarîka û Rûsya ya li Sûriye û Rojava kir û derbarê vê yekê de wiha peyivî: “Emerîka û Rûsya weke du cemseran derdikevin pêþ. Þaþ e ku Rûsya weke sosyalîst û sovyeta  berê were dîtin. Armanca herduyan a împeratoriyê heye, dixwazin di cîhanê de, bi hêza leþkerî û aborî împeratoriyekê ava bikin û gelan kontrol bikin. Rûsya û Emerîka gelek lihevkirinên alîkariyê yên li gel hev hene. Heta li Sûriyeyê jî tiþtekî bêyî hev nakin. Her tiþtî bi hev re li navendeke hevbeþ bi hev re bi rê ve dibin. Lê, di warê siyasî de nakokiyên wan hene û encaman jî digirin.”

 

‘Em li ser esasê berjewendiyên 

gelê xwe peywendiyê saz dikin’

Fermandarê Giþtî yê YPG’ê Sîpan Hemo li ser peywendiyên YPG’ê yên li gel Emerîka û Rûsyayê jî ev agahî dan; “Hevkarî û peywendiyên me yên li gel Rûsya û Emerîkayê hene. Li gel her du aliyan, em li ser bingehê parastina berjewendiyên gelê xwe nêzîk dibin. Em li ser bingehê berjewendiyên dewletan ku dixwazin li gorî xwe tevbigerin, peywendiyan çênakin. Me daxwaz û xwestekên xwe anîne ziman. Li gorî van xwestek û daxwazan, em peywendiyan çêdikin, bi eþkereyî peywendiyên me li gel Rûsya  û Emerîka hene. Di qonaxa bê de, wê peywendiyên me yên li gel dewletên din ên bi hêz jî çêbin. Em eþkere dikin, em neçûne li gel ti aliyan û me negotiye em dixwazin peywendiyan çêkin.”



336

YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA