Kilîta çareseriyê

Welatiyên Başûrê Kurdistanê pêkanîna kongreya neteweyî weke kilîta çareseriya pirsgirêkan dibînin û dibêjin; “Pêkanîna kongreya neteweyî bersivek e ji bo dijminan’

19 Haziran 2017 Pazartesi | Kurdî

Welatiyên Başûrê Kurdistanê pêkanîna kongreya neteweyî weke kilîta çareseriya pirsgirêkan dibînin û dibêjin; “Pêkanîna kongreya neteweyî bersivek e ji bo dijminan’

Piştî ku Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo lidarxistina kongreya neteweyî serdana partiyên Başûrê Kurdistanê kir û pêr jî serdana Koma Civakên Kurdistanê (KCK) kir, her diçe piştgiriyeke xurttir ji xelkê Başûrê Kurdistanê digire. Başûrê Kurdistanê ku ji sala 2014’an ve di qeyraneke siyasî, rêveberî û aborî re derbas dibe, lidarxistina kongreya neteweyî ji xwe re weke kilîta çareseriya pirsgirêkan dibîne.  

Welatiyê bi navê Elî Qadir îşaret pê kir ku lidarxistina kongreya neteweyî kilîta çareseriya pirsgirêkan e û got: “Bi Kongreya neteweyî re gelê Kurd wê li Rojhilata Navîn bibe xwedî hêz. Niha gelek pirsgirêkên navxweyî gelê me hene. Her wisa ji ber destwerdana dewletên dagirker zehmetiyan dikişîne. Hindek aliyên siyasî jî ketine bin bandora dagirkerên Kurdistanê. Nexasim jî PDK pêşiyê li lidarxistina kongreya neteweyî digire.”

Rehman Hisên jî  têkildarî heman mijarê axivî û got, “Kongreya Neteweyî bersivek e ji dijminên gelê Kurd re. Ez daxwaz ji aliyên siyasî yên Kurdistanê dikim ku dawî li pirsgirêkên navxweyî bînin. Divê kongre bi awayeke yekgirtî û xebateke hevbeş di nava demeke herî zû de pêk bêt.”

KNK, di çarçoveya lidarxistina kongreya neteweyî de heta niha li Başûrê Kurdistanê bi YNK, Goran, Komela Îslamî û PDK’ê civiye. Pêr jî bi heman armancê li gel berpirsên KCK civiyabû. 


 ROJNEWS/QELADIZÊ 


37

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA