Divê civak li koka xwe vegere

Saziyên çand û hunerê yên li Amedê xebatên çandê dimeþînin her meh bi bernameyên taybet li pêþberî gel in.

19 Haziran 2017 Pazartesi | Kurdî

Saziyên çand û hunerê yên li Amedê xebatên çandê dimeþînin her meh bi bernameyên taybet li pêþberî gel in. Di çarçoveya þahiyên meha hezîranê de, pêr êvarê hunermenda operayê Mizgîn Tahir li Pale Hunerê konserek da. Konsera ku qasî saetekê dewam kir, du stranên nû yên ji hêla Mizgîn Tahir ve hatine çêkirin û gelek stran bi gel re hatin parvekirin. Di þahiyê de jin û zarok jî di nav de qasî 300 kes amade bûn. Hunermenda Kurd der barê her du stranên xwe yên nû de nêrînên xwe parve kirin. 
Mizgîn Tahir destpêkê der barê her du stranên nû çêkirî de agahî dan û eþkere kir ku gotin, muzîk û aranje yên wê ne û got, “Ev projeyeke min a nû ye, ez bi vê projeya xwe dixwazim hest û remanên jinê ragihînim gel, dîsa pirsgirêkên wan ên jiyanê radigîhînim. Ne tenê jinên Kurd, hemû jinên cîhanên divê çîrokên wan bên nivîsandin û vegotin.”
Mizgînê eþkere kir ku ew dixwaze nêrîna jinên bi gelemperî ya li hemberî xweza, dar û ajalan derxe pêþ û wiha pê de çû: “Ev sitrana ku min nû çêkiriye çîroka jinekê vedibêje. Ev jina ku zewiciye, piþtî demekê zarokeke wê çêdibe û mêrê wê dest ji wê berdide û diçe. Di gazinên xwe de dibêje, ew hat û çû vê bihara min negihiya. Ez dixwazim bi projeyên wiha serpihatiyên di nava civakê de bi rêya awazan ragihînim gel.” 


Karê berhevkirinê û arþîva Kurdî


Tahir demek dirêj li Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn a Þaredariya Peyasê perwerdeya operayê dida þagirtan, lê piþtî ku qeyûm hat tayînkirin, gelek saziyên civakî ku xebatên çand û hunera Kurdî dikirin, hatin girtin. Li ser pirsa hûn niha bi çi karî mijûl in jî, Mizgînê ev bersiv da: “Karê min ê sereke berhevkirina arþîv û folklorê ye. Ev ne tenê folklora Kurdî, dibe folklora herêmî û ya Ermeniyan jî be. Jixwe çandên li Rojhilata Navîn çandeke tev li hev e, wekî keskesorekê ye. Divê tu van tiþtên hanê bibînî, heta tu nebînî dê gelên din jî te nebînin.”


Modernîteyê têsîreke neyênî anî


Hunermenda jin Mizgînê di dema stran gotinê de carinan dixwest mêvanê þahiyê jî tev li awazên xwe bike, lê mêvan qet tev li þahiyê nebûn. Vê yekê bala me kiþand û me jî xwest em ji hunermenda jin bipirsin, hunermendê ev rewþ wiha þîrove kir: “Çanda me winda dibe, berê þevbuhêrkên me bi coþ derbas dibûn. Dema dengbêjekî digot, yê din bersiv dida û jêre çîroka wê digot û digot, filankesê wilo, wilo kir. Divê ev civat ji nûve li koka xwe vegere. Mînak piçûkatiya min wisa derbas bû, bavê min dengbêj bû, hevalên wî dengbêj bûn, li hev diciviyan û sobeya êzingan pêdixistin, em hemû li wan dihewiyan, yekê çîrok digot, yê din stran digot. Piþtre yekî din digot, ma tu çîroka vê dizanê, hin kesan bersiv dida û mînak digotin, ‘kurmê þîrî heya pîrî.’ Bi vî þeklî di nava civakê de çand belav dibû, ev tiþt tev winda bûne. Niha em dikevin minîbûsê de, di rêzê de giþt çetê dikin, wa ye, li teniþta te ye ka silavekê bidê, ev çanda danûnstandinê winda bûye, sedema wê jî teknîk e û modernîteya kapîtalîst e.”


MURAT SEKMEN/DÎHABER/AMED



102

YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA