Berê Kurdan dide koçê

Dîwarê ku dewleta Tirk di navbera sînorê Bakure û Rojhilatê Kurdistanê de lê dike, þêniyên li taxa Çîliya Jêrîn a Çaldêranê û xizmên wan ên aliyê sînor ê din ji hev qut dike. Kurdên li herêmê bertek nîþanî lêkirina dîwar dan û gotin: “Heke dîwar çareser bûya, Dîwarê Berlînê nedihate rûxandin.”

16 Haziran 2017 Cuma | Kurdî

Dewleta Tirk piþtî bi dîwarên betonî sînorê rojavayê Kurdistanê girt, niha jî dest avîtiye sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de. Dîwarê ku li taxa Ciliya Jêrîn a Çaldêrana Wanê de tê lêkirin, welatiyên navçeyê û xizmên wan ên aliyê Rojhilat ji hev qut dike. 

Berî 4 salan li ser sînor xendek hatin kolan, kalekol û qereqol hatin avakirin û welatî ji hev parçe kirin. Welatiyên ku bi salan e bazirganiya sînor dikin, piþtî sînor hat girtin, yek bi yek ji gundên xwe koçber bûn. Gundê ku berê 80 mal lê bûn, niha 20 mal mane, ew jî dibêjin ku heke wiha biçe dê ew ê jî ji gundên xwe koçber bibin.
Dîwarên ku di navbera malbat û welatiyan de hatiye lêkirin, di tevahiya bejahiya çiyê de rêz bûye, kulubeyên leþkerî yên hatine çêkirin jî nahêlin welatî hev bibînin.



Kurdên li herêmê neçar dibin


Welatiyê bi navê Alî Yilmaz ji Ciliyê ye, Yilmaz bal kiþand ser kulubeyên ku hatine avakirin û destnîþan kir ku ev 4 sal in ew nikarin derbasî aliyê din ê sînor bibin û wiha got: “Berê çûyîn û hatin hebû û rewþa her kesî baþ bû. Me mazot tanî û debara xwe dikir. Lê piþtî sînor hat girtin em perîþan bûn.”



Xizmên me li aliyê din in


Yilmaz da zanîn ku ew tu wateyê nadin dîwarê ku hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Heke dîwarên ku tên lêkirin kêrê gelan bihata, dê Dîwarê Berlînê nehata rûxandin. Di dawiya dawî de demorasî û mafên mirovan bi ser ket û ew dîwar hat rûxandin. Bi neyartiyê dê xwe negihînin tu derî. Niha gelek xizmên welatiyên li vî gundî li walî mane.”


Gundî koç dikin


Nesîm Tum jî destnîþan kir ku piþtî sînor hatiye girtin ew zehmetiyan dikiþînin û wiha axivî: “Êdî em nikarin zarokên xwe jî xwedî bikin. Min 8 salan bazirganiya sînor kir û rewþa me baþ bû. Niha li gund ciwan nema ne. Ji 80 malbatî, 60 malbatan koç kir. Malbatên heyî jî zarokên wal li bajarên mezin dixebitin.”
Diyar Yildiz da zanîn ku kekê wî li gundê Þêx Silo yê aliyê sînor zewiciye û di vê der barê de ev tiþt got: “Heke sînor vekirî bûya, dê hemû gundiyan bi hev re bûk baniya. Lê ji ber ku sînor girtî ye, em neçarin di deriyê sînor re bînin û herî zêde 4 kes dikarin biçin û bînin.”
Abdulselam Yildiz aþkera kir ku berî ku dîwar bê lêkirin, ew di hemû cejin û sersaxyan de diçûn û dihatin, lê êdî niha nikarin biçin. Yildiz herî dawî piþtrast kir ku di her pêvajoya hilbijartinê de AKP wedên wekî “em ê deriyê sînor ji bo we vebikin” û dixapîne, piþtî derî bi tevahî hatiye girtin, ew gelekî bê hêvî mane.” 


 DÎHABER/WAN



459

YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA