Îran wê bi destê jinan bê guhertin!

GELAWÊJ EWRÎN
Rojên dawî yên sala 2017´an û destpêka sala 2018´an ji bo gelên Rojhilata Navîn dîsa bû serdema têkoþîn û berxwedana li dijî zilmê û desthilatdariyê. Gelek kes hewl didin serhildanên dawî hem li Baþûrê Kurdistanê hem jî li Îran û Rojhilat tenê bi hinek daxwazên ji bo meaþ û debarê ve bidin girêdan. Bi vî awayî daxwaza rastî ya gelan di bin siyê de bihêlin. Daxwaza gelan demokrasî û jiyana azad e. Jixwe, ji nivîsên li ser pankartan û bi taybetî dirûþmên ku tên gotin jî ev yek diyar dibe. Gel, êdî rejîmên dîkta li ser serê xwe naxwazin.
Li Îranê têkoþîn û rêûresma berxwedanê di her dehê salan de hebûye. Rejîmeke wek komara Îslamî ya niha bi zora darvekirin, êþkence û girtinan kariye heta vê rojê bê, û temenê xwe dirêj bike. Yên îro li kolanên Îran û Rojhilat li dijî rejîmê disekinin, ew kes in ku þoreþa 1979´an bi keda wan û xwîna wan pêk hat. Komekê ji melayan kirasê Îslamê li xwe kir û bi hestên gel leyîst, þoreþ xist bin destê xwe. Hêzên emperyalîst wê demê wer hesibandin ku ew ê vê þoreþê bixin bin kontrola xwe. Ji bo wê jî di destpêkê de bi Xumeynî re bûne yek. Aqil danê û heta dawî jî bi balafireke taybet ew ji Parîsê anîn Tehranê. Lê çawa Xumeynî gihiþte balafirxaneya Tehranê, êdî rêka xwe ji ya wan cuda kir. Rabû û rûniþt, behsa dijberiya bi emperyalîzmê re kir. Ji bo rûyê þah kirêt bike, neçar bû vê yekê bike, wekî din nedikarî li pêþberî gel bibêje ku bi wan hêzan re tevdigere. Yan jî hêzên derve destek dane wî. Gelên Îranê, wê demê êþa vê rastiya ku her hêzek dixwaze wan bi kar bîne, baþ tamijand. Ji bo wê jî soz dan ku careke din piþta xwe bi ti hêzê çi derve û çi jî hundir ku tenê berjewendiyên xwe esas digirin, girênedin.
Îro serdemeke nû ye ji bo gelên Îranê. Gelek hêzên qaþo reformîst ji dema Xatemî heta ya Rûhanî ji bo werin ser desthilatdariyê, sozên bê bingeh dane gel. Yan jî hêza wan têrê nekir û têkoþîneke bi hêz nekirin li beramberî pergala Wilayetê Feqîh a ku xwe wek siya xwedê li ser erdê dibîne. Tevgerên kesk ên xwe wek reformxwaz bi nav kirin, gel daxistin qadan, lê mixabin xwedî li gel derneketin. Di salên 2000´î de heta roja îro ji ber van siyasetên lîberal û muhafezekar gel bû qurban. Di bin piyên zilmê de gel hat tepisandin. Kesên wek Mihemed Xatemî (Serokkomarê berê yê Îranê, beriya Ehmedînijad), û Serokkomarê niha Hesen Rûhanî bi hestên gel lîstin û hîna bi wan dilîzin. Hêza çareseriyê di xwe de nedîtin û xwe bi paþ ve dan û gel li naverestê hiþtin. Ji xwe re, li darvekirin û kuþtinan temaþe kirin, ji ber ku ji xwe tirsiyan ji hêza Sipah û dewleta kûr a Elî Ekber Xamineyî tirsiyan. Berê xwe ji gel zivirandin, sozên dabûn ji bîr kirin. Gel hiþtin li sifreya guran. Ji xwe re li darvekirin û kuþtinan temaþe kirin. Hêzên derve jî dixwazin daxwazên gel li gor berjewendiyên xwe kanalîze bikin. Êdî piþta xwe nadin hêzên derve jî ku ya rast jî ev e. Ji ber ku di serdemên gel ji bo mafê xwe rabûyî ser piyan de, hêzên derve mijar tenê di pirsgirêkên aborî de dîtin û bi lihevkirina bi rejîma Îranê re hewl dan çareseriya li gor xwe deynin holê.
Di van serhildanên dawî de jinên Îranê pêþengiyê dikin. Li Îranê her tim jinan pêþengiya þoreþan kirine. Jinan bi hêza xwe ya cewherî xwe spartiye rêûresma dîroka xwe ya têkoþînê û serî rakirine. Ji bo wê jî ne çareseriyeke Trumpî dixwazin ne jî êdî bi sozên derewîn ên Xatemî û Rûhanî dixapin. Daxistina daxwazên jinên Îranê bi astek ji rêzê jî ne rast e. Jin li Îranê têkoþîna mane û nemanê kir û hîna jî dikin. Ji bo wê, bêguman têkoþîna jiyanê pêwîstî bi þoreþeke radîkal heye. Wek ku hêzên derve li Erebîstana Siûdî kirin û hinek reformên bi kêfa dilê xwe kirin, jinên Îranê bi van reforman jî naxapin. Tevgerên çep û kesên xwe wek reformîst bi nav dikin, divê li gorî rastiya þoreþa radîkal a demokrasiyê tev bigerin. Di her þoreþê de þoreþa herî radîkal þoreþa jinê ye. Îran wê bi destê jinan guhertinên mezin di çarçoveya projeya Netewa Demokratîk de çêke.
547
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA